Accessibility Tools


Derbarê me

Logo ya komeleya me, Pena.ger e.V.

Dîroka Damezrandinê


Komeleya Pena.ger e.V. [1]  Berfambara 2023 de hate damezrandin, piştî siyaseta kêmkirinên budceyê yên tund di warê şêwirmendiya koçberiyê li almanyayê de pêk hat.

Ev yek her wiha bertekek bû li hember mirina kambax a Hogir Alay, penaberekî ciwan ê Kurd ku çîroka wî têkçûna sîstemîk di mijûlbûna bi penaxwazan re nîşan dide.

Di Mijdara 2023an de, ew li daristanekê nêzîkî cihê mayîna wî darvekirî hate dîtin.

Bi fermî, mirina wî wekî xwekuştin hate dabeşkirin – lê şert û mercên rastîn heta roja îro ne diyar in. Berî vê yekê, Hogir gelek caran hewl dabû ku di rewşa xwe ya nebaş de piştgirî bibîne, lê bi ser neketibû. Hogir tehdeiya tecrîdê, nebûna perspektîfan û zexta psîkolojîk dikişand: rewşên ku gelek penaberên din jî di nav malên komkirî yên Almanyayê de derbas dibin.

Bild eines Buches
Hogir Alay

Em karê xwe ne tenê wekî şêwirmendî, lê herî bêhtir wekî destwerdanek li ser bingeha hevgirtinê li dijî tundûtûjiya sazûmanî, tecrîdê û xemsariyê dibînin. Çîroka Hogir Alay divê neyê dubarekirin.

Mirina Hogir Alay ji bo me sembola sîstemekê ye ku pir caran penaxwazan têk dibe.

Çarenûsa wî ya trajîk ji bo me hişyariyek bû: divê kes di êşa xwe de bi tenê nemîne.

Damezrandina Pena.ger e.V. bersivek rasterast bû ji bo van neheqiyên avahîsaziyê, bi armanca ku:

  • Em çêtir bigihîjin kesên bandorbûyî
  • Piştgirîya zû pêşkêş bikin
  • Perspektîvên nû vekin li cihên ku bêhêvî serdest e.

[1] Navê Pena.ger ji gotinên kurdî „Pena“ (parastin, alîkarî) û „Ger“ (gerîn, gerker) pêk tê. Ev nav bi awayekî sembolîk fikara sereke ya komeleyê temsîl dike: afirandina xalek têkiliyê ya pêbawer û piştgir ji bo penaxwazan, ku di pergala penaberî û piştgiriyê ya Almanî a tevlihev de rêberiyê pêşkêş dike..

Perspektîfên ji Xebata bi Penaberan re

Di vê beşê de hûn dikarin karê me yê bi penaberan re bibînin: bi rêya hevpeyvîn, rapor û gotaran em têgihîştinê li ser pratîka şêwirmendiya xwe pêşkêş dikin, dijwarîyan ronî dikin û hevgirtinê nîşan didin.