
Xebata dilxwaz ji bo penaberan
Pena.ger bi saya piştgiriya gelek kesên dlisoz pêş dikeve. Karê me bêyî piştgiriya dilxwazan ne mimkun bû – çi bi rêya wergerê, şêwirmendiyê, têkiliyên giştî, an jî berhevkirina pereyan be.
Wisa hûn dikarin beşdar bibin
Wergêrî
Astengiyên ziman ji bo gelek kesên hewcedarên şêwirmendiyê, gihîştina rayedaran, lênihêrîna bijîşkî û piştgiriya hiqûqî dijwar dike. Heger hûn bi gelek zimanan diaxivin, wê demê em ê kêfxweş bibin ku hûn piştgiriya xwe wekî wergêr pêşkêş bikin! Em hewcedariya wergerê bi awayekî nerm, rêzdar û bi şêwirmendiyek nêzîk bi we re rêxistin dikin – lê girîngiyê jî didin guncawbûn û rewşa we ya kesane. Ger hûn eleqedar in, ji kerema xwe bi navnîşana e-nameya jêrîn bi me re têkilî daynin:
Şîrove û Rehberî
Tecrubeya we di warên xebata civakî, hiqûq, perwerdehî, an tenduristiyê de heye? Em li şêwirmendên dilxwaz ên dilsoz digerin da ku piştgiriyê bidin penaberan di mijarên aloz de, wek dagirtina daxwaznameyan, danûstandina bi rayedaran re, an jî rêvebirina pergala penaberiyê. Em piştgiriya pîşeyî û derfetên birêkûpêk ji bo danûstandinê herûher ji we re pêşkêş dikin.
Bi alîkariya we em dikarin mirovên di rewşên taybetî yên hesas de, biparêzin, derfet jibo berxwedanê bi dest bixin, û piştgiriya bilez pêşkêş bikin.
Perebexşîn alîkariya rasterast peyda dike – piştgirî di rewşên awarte yên akût de çalak dike
Perebexşîna we dikare alîkariyek berbiçav û tavilê peyda bike, mînakî bi fînansekirina parêzeran ji bo şêwirmendiya destpêkê, fînansekirina rêwîtiyê, an jî di rewşek awarte ya akût de ji bo mayîna demkurt. Perebexşînek piçûk jî dikare ferqek mezin çêbike. Hûn dikarin piştgiriyê bidin me bi rêya: perebexşên birêkûpêk an jî bi têkilîdana bi hevkarên fînansekirinê yên potansiyel li herêma we.
Em ji penaberan, bi awayekî wekhev, ji bo penaberan, bi armanca ku mirov bikaribin bi awayekî serbixwe tevbigerin dixebitin. Beşdarbûn ji bo me ne vebijarkek e, lê prensîbeke bingehîn e. Piraniya tîma me xwedî ezmûnên xwe yên koçberiyê ne; ev perspektîfa jiyanî şêwe dide karê me û di bingeha rêbazê me de ye. Armanceke girîng ew e ku em ji hevkarên xwe yên xwedî ezmûna penaberiyê re pêşerojek ewle li Almanya peyda bikin.

Gelo hûn dixwazin beşdar bibin û erka xwe pêk bînin?
Ger hûn dikarin bi rêkûpêk beşdar bibin an jî tenê bixwazin carinan alîkariyê bikin, em ji her cûre piştgiriyê re spasdar in. Ji kerema xwe bi riya forma têkiliyê an jî bi e-nameyê bi me re têkilî daynin.
Em ê di demek kurt de bersiva we bidin da ku em nîqaş bikin ka hûn çawa dikarin beşdar bibin.
Avakirina hişmendiya giştî – ji bo dadmendî û xuyabûnê
Dad di bêdengiyê de pêk nayê; baldariya giştî jê re pêwîst e. Çi li ser medyaya civakî, çi li çalakiyan, çi jî li derdora we ya nêzîk: alîkariya me bikin ku pisgirêk bibine berçav û piştrast bikin ku deng têne bihîstin. Tevlî kampanyayên heyî bibin: bi raman an jî bi piştgiriya xwe.
Bo nimûne, bi:
– belavkirina belavokan
– beşdarbûna di kampanya û çalakiyan de
– girêdana bi bandorkerên sereke re
Dengê we baldariyê diafirîne, û baldarî jî guhertinê diafirîne.
Torgilokîkirin û hevkarî – bi hev re bêtir bi ser bixin
Hûn endamê komeleyek, kolektîfek, komek zanîngehê, an civatek olî ne? Em pêşwaziya hevkariyê û çalakiyên hevbeş dikin, ji ber ku hevgirtin ji torê û hevkariyê derdikeve holê. Li ser asta herêmî yan firehtir:
Em dikarin bi hev re hêzên xwe bikin yek, xuyabûna xwe zêde bikin û guhertinek mayînde çêbikin.
