Koma Navbeynkarên Zimanî Kurmanci

Astengiyên ziman ji bo gelek kesên ku li alîkariyê digerin, gihîştina dezgehên hikûmetê, lênihêrîna bijîşkî û piştgiriya yasayî dijwar dike. Ma hûn bi gelek zimanan dizanin, û hûn xwe bi kêrî wê yekê dibînin ku hûn bi mirovan re biçin randevûyan?

Hingê em ê kêfxweş bibin ku piştgiriya we wekî navbeynkarekî ziman bistînin!

Heke hûn ji bo randevûyekê hewceyê alîkariyê bin, ji kerema xwe peyamek ji me re bişînin!

Em erkên xwe bi awayekî nerm, rêzdar û bi şêwirmendiya nêzîk bi we re hevrêz dikin – li gorî dema we ya berdest û şiyanên we yên takekesî.

Tomarbûn di Koma Navbeynkarên Zimanî

Sprachmittler – Kurmanci